Evdile Koçer - Kusî
Robîn, hevalê min yê zarokatiyê bû.
Wekî şervanekî jîr 22 salên xwe yên herî delal li serê çiyê derbas kiribû.
Piştî ku şer qediya li gundê dêbavê xwe bicîûwar bûbû.
Berî heşt mehan ez çûm serdana wî.
Ji serê çiyê bi xwe re kusiyek anîbû.
Piyekî kusî birîndar bûbû û bi delalî hatibû pêçan.
Ji me bêtir her dem bala wî li ser kusiyê wî bû.
Min dêna xwe dayê gelek caran te digot qey bi kusiyê xwe re dipeyîviya.
Di derbarê kusî de min çend pirs jê kirin, lê bersiveke zelal neda.
Dema ku em vegeriyan, bavê wî ji me re wiha got, "Ew kusî hevalê wî yê herî baş e, gelek hevalên wî serê xwe dan haziran, lê ew kusî ji piyekî xwe bi guleyekê birîndar bûbû û ji şer sax filitîbû, li serê çiyê 15 salan di sir û seqem û şilî û piliyê de bi hev re mane..."
Ez nizanim ji ber çi, lê dilê min bijiya hevaltiya wî kusiyî.
VÎDYO: Çemê Botanê - Sêrt
KITABIN YERINE BIR KALASNIKOF DAHA YAKISIR O MANZARAYA
BIJI PKK
dersimHPG 11 months ago