M.Arif Cizrawî - Filîtê Quto

Loading...

Sign in or sign up now!
Alert icon
Upgrade to the latest Flash Player for improved playback performance. Upgrade now or more info.
766 views
Loading...
Alert icon
Sign in or sign up now!
Alert icon

Uploaded by on Oct 6, 2011

- kalkê min felît, mêrxasekî hezjixwekirî û navdar bû. dilê wî di keçekê de hebû. ew û peyayekî xwe suryanî , berbi gundê dergîstîya xwe bi rê de diçûn. peyayê wî ji felît re dibêje;
-li kanîya baderesê, karwanê etmaniya li ser kanîyê danîne, sîlahên baş li ba wan hen in. belkî em tivingeke baş ji te re ji wan bistînin û bi tivingeke rind em herin ba hezkiriya te.
felît, gotiye:
- em herin.
gava gîhaştine ba kanîya baderesê, rastî karwên hatine. birastî çekên baş, hêja bi karwanê etmanîya re hebûne. felît ji yekî tivinga destê wî xwestiye da ji bo kirrînê, lê binêre. xwediyê tivingê, ji ber ku xerîbê herêmê bûye, bawerî bi felît neanîye û gotîyê;
-merev sîleha destê xwe nade destê nenasa.
felît qeherîye, gotiye;
- bi zorê be jî, ezê ji te bistînim.
mêrik:
-ev tiving wê bibe qelenê(nexdê) dîya te!

Bi van devjengîyan, gotinên wan bi serê hevûdu de neçûye, gotinek ji wî, yek ji yê din, şer dest pê kiriye. Etmanî dişkên. Hem şer dikin û hem berê xwe ber bi welatê (eşîra) xwe vedikin û karwanê xwe dajon. Şer ji Kanîya Baderesê dest pê dike heta ziyareta Şêxê Vindê-navbera wan 10- 15 km ye-didomîne. Dîsa li gora nameya Ahmed Aydin, ji 120 kesên Etmanîyan bi tenê Mahmê Elîyê Etmên sax dimîne, darê xwe datîne, dest ji ber xwe berdide, xwe dispêre Felît. Felît dighê ba wî, dibêje;
-Te dît, tu bû sebebê evqas însanan. Ma rast bû, te weha kir? De ka wê tivingê bide min!.
Gava Felît destê xwe dirêjî tivingê dike, Mahme Elîyê Etman nigê tivingê dikşîne, Felît birîndar dibe. Felît li zîyareta Şêxê Vindê birîndar dibe, lê bi saxî wî tînin gundê Taharîyê. Li ber sîdana dara tûyê can dide.

*Hemit Kilicaslan - Çira, hejmar 6 - 1996

Category:

Music

Tags:

License:

Standard YouTube License

  • likes, 0 dislikes

Link to this comment:

Share to:
see all

All Comments (1)

Sign In or Sign Up now to post a comment!
  • merheba! zaf spasdar im ji bo van hizwartinan û bilhessa ji ber ku bi kurdi hatiye nivisandin, berîya her tisti ez rind dizanim ku di dengbéjiyé da gellek rastiyén berevajî hene, li gor tewatûra dengbéjiyé neheq Filité Quto ye, li gor kesé vé melûmaté daye jî ne wahan,e lé bi rastî gellek nakokî hene mesela Filit bi tev hevalé xwe bi çekén ne bas ve li hember 121 kesén xwayî slahén pir bas ser dike û di dawiyé da jî bi qellesî té kustin?kurd kinga wé abûra objektifé hînbin

Loading...
Alert icon
0 / 00Unsaved Playlist Return to active list
    1. Your queue is empty. Add videos to your queue using this button:
      or sign in to load a different list.
    Loading...Loading...Saving...
    • Clear all videos from this list
    • Learn more