Nivîskar Evdile Koçer ji sersarî evdalî û xwelîseriya kurdan re dibêje 'Êdî Bes e!'...
teksta ku dixwîne:
Êdî Bes e!
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
Êdî bes e! Bi wî aqilê xwe yê tirkmancî yê ku seriyek pîvaz nake ve, xwe li ber gerîneka dilê serdestên barbar şêrîn neke û hebûna xwe di devê dewleta veşartî de nexe benîştekî peqpeqok...
Êdî bes e! Çavikên wêjeya kurdî ya ku her roj bi gotinên brîndar dikewe û bi xuhdana salan diçûrise, bi xêra wan zir-gotinokên xwe yên ku di ava wergera tirkî de meyiyane netemirîne...
Êdî bes e! Bi wê rêveberiya xwe ya piştkurmî ve li ser pişta sazî û dezgeha xwe nebe barekî derdgiran û tiraliya xwe ji qibleya nifşên nû re nexe helwesteke nû...
Êdî bes e! Bi wê siyaseta xwe ya bêserûber û şîzofrenîk ve, xewn û xeyalên vê civaka nebalixbûyî neke ber devê dêleguran û kenê gurên boz bi me neyne...
Êdî bes e! Bi wê korezaniya xwe ya malikwêran ve serê her danê 'ayet'eke nû dubare neke û serê her şeveqê jî ji civaka me ya şilftazî re kirase nû nedirû...
Êdî bes e! Bi wê bernameya xwe ya kurtanqetiyayî û bi wê moderatoriya rijî û bejî ve berê temaşevanên evdal neguherîne û nede ser çemên zimanên din...
Êdî bes e! Ji sûka çepgirên xwe-ne-nas û jirêderketî 'Kumê Denîz Baykal'eke kevin nede serê xwe û rengê muxalefeta kurdî li ber dergehên desthilatdaran nefetisîne...
Êdî bes e! Navên wekî Radyoya Êrîwanê, Eyşe Şan, M.Arif Cizrawî ji huner-koriya xwe re neke enstrûmental-xapandinên nû û ji kerema xwe re kerrika guhê me kerr neke...
Êdî bes e! Bejna siyaseta kurd ya ku xepartiya serkeftinekê dike, ji rihê xwe yê 'Kemalîst û Beasî' re nexe leyîstokên wekî gilçê û kêlê...
Êdî bes e! Di pişt wê perdeya xef û nenas de ji nas û dostan re şîr û şekir nekelîne û li ber perdeyê jî ji civata me ya 'Ne tê gotin û ne jî sotin!' re helewa mûrîdên xwedêjêstandî nepêje...
Link to this comment:
All Comments (0)