Alert icon
We're changing our privacy policy. This stuff matters.  Learn more  Dismiss

Evdile Koçer - Kurdên nû lazim in! Ahmet Turk Ocalan Obama Deniz Baykal Tayyip Erdogan Ataturk

Loading...

Sign in or sign up now!
1,515
Loading...
Alert icon
Sign in or sign up now!
Alert icon

Uploaded by on Jun 3, 2008

Nivîskar Evdile Koçer di Roj TV de qala 'Kurdên nû' dike...

Teksta ku dixwîne:

Kurdên nû lazim in!

Evdile Koçer
Evdilekocer@yahoo.com




Kurdên nû lazim in;

Ku bikaribin di nava qelbê civaka xwe ya ku wekî garaneke bê ser û ber herdem bêhna rîx û gotegotên ji zibilê belav dike de, dîwarên fikr û niqaşê ava bikin û dûxana kar û xebatê li ser xwe bixînin...

Kurdên hişyar lazim in;

Ku bikaribin ava gotinên biriqî yên ku mîna tabletên şevan her dem diçirisin wekî dermankirina nexweşekî, bêyî ku bi xwe bihese berdin ser çemê bedena hevalên xwe yên ku di malikên mejiyên xwe de bêndera çêr û xeberan ava kirine...

Kurdên dînemêr lazim in;

Ku bikaribin li ber devê deriyê panel konferans û semînerên ku di nava çavikê bajarên wan de bi tirkî têne kirin de top bibin û bi hirehireke mezin ve ji bo halê zimanê xwe bigirîn û bikin ku tirkiya ku li ser textên kurdî ji kurdan re kemînekê vedide ji xwe de bipelişe...

Kurdên fîqspî lazim in;

Ku dema bêhsa meselokeke "radîkal" bête kirin bêyî ku du sê sloganên klîşe û qundirayayî bête bîra wan, bikaribin mesela şev nîvê şevê kefeneke kesk û sor û zer bixin stûyê Enqereya devbixwîn û fatîhayeke kurmancî li ser bixwînin...

Kurdên babegît lazim in;

Ku bikaribin bêyî ku qala zengîniya zimanê xwe bikin tovên peyvên kurdî bi metodeke sofîstikane li ber serê civaka xwe bireşînin û wisa bikin ku eşqa zimanê wan bikeve dilê neyarên wan jî...

Kurdên gulgulî lazim in;

Ku bikaribin bêyî ku wê gotina meşhûr ya "Her zimanek însanek e!" bixin çala devê xwe û civaka me ya xwelîser jî pê bixapînin, wekî însanan hem rabin ji tirkekî baştir bi tirkî bizanibin û hem jî dû re bi qewlê Celadet Bedirxan dema ku ketin hundurê mala xwe zimanên din nola çakêtekê bi derî ve daliqînin û bi zarokên xwe re bi kurdî bikenin...

Kurdên welatparêz lazim in;

Ku bikaribin bêyî ku wekî hin tirkên dinyanedîtî behsa welatparêziya xwe bikin, bêyî ku gumanê bibin ser welatparêziya hin kurdên din mîna qehremanên xweveşartî bi çar destan avdanî û çandiniya welatê xwe bikin...

Kurdên mêrê berê lazim in;

Ku dema rexneyeke neyar jî ber guhê wan ket bêyî ku komployeke marjînal jî bînin bîra xwe pozê wan ji ber xwe ve bişewite û wan rexneyan wekî mêrê berê ji xwe re bixin guharên xalxalokî...

  • likes, 2 dislikes

Link to this comment:

Share to:
see all

All Comments (3)

Sign In or Sign Up now to post a comment!
  • biji serok mustafa barzani

    biji öcalan

  • biji serok apo

  • Kurdên welatparêz lazim in;

    Ku bikaribin bêyî ku wekî hin tirkên dinyanedîtî behsa welatparêziya xwe bikin, bêyî ku gumanê bibin ser welatparêziya hin kurdên din mîna qehremanên xweveşartî bi çar destan avdanî û çandiniya welatê xwe bikin...

Loading...

0 / 00Unsaved Playlist Return to active list
    1. Your queue is empty. Add videos to your queue using this button:
      or sign in to load a different list.
    Loading...Loading...Saving...
    • Clear all videos from this list
    • Learn more