Heval
Her çar jî hevalên hev ên herî baş bûn.
Piştî 26 salan dema ku şer qediya li qehwexaneyê dîsa hatin cem hev.
Ne hindik e, 26 sal...
Rohat ji Ewropayê hatibû.
Robîn ji serê çiyê.
Ronas jî ji girtîgehê.
Lê Rojhilat nekarî ji gora xwe derkeve û were.
Ewî di bin wê axa sar da bêriya hevaltiya wan dikir.
Rohat, Robîn û Ronas çûn serdana Rojhilat.
Baqek gul danîn ser gora hevalê xwe.
Weke ku perasûyê pişta wan kêm be, destê xwe bi ser axa sar de hanîn.
Hêsir rijandin ser axa sar.
Dixwestin ku Rojhilat dîsa biveje.
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
http://www.facebook.com/evdile.kocer2
Link to this comment:
All Comments (0)