Dibêjin ku em rêz didin cihêrengiya çandî, lê zimanê dewletê yê fermî tirkî ye. Temam zimanê dewletê yê fermî tirkî ye, lê wê zimanê bîst milyon mirovî çi bibe? Her hal ev bîst milyon mirov ne lawir in. Hûn dibêjin ziman, eger hûn ziman bi rêxistin nekin, ziman bikarneynin, ziman perwerde nekin, di rojname, radyo û di TVyan de her roj bikarneynin, di perwerdê de bikarneynin hun dê ziman çawa pêşbixînin? Ev ziman wê çawa bijî? Çand tenê dikare bi ziman were pêşxistin. Divê ziman were birêxistin kirin. DTP ji vê mijara sivik re jî nikare di heman kêliyê de bersiv bide, polîtîkayek pêşbixîne, kêm dimîne. Divê vana pir-pir bidin rave kirin û di vê mijarê de polîtîka bi afirînin.
Kurd vê dixwazin; divê çanda kurdan bi temamî serbest be. Divê serbestiyeke rêxistinkirina çanda xwe hebe. Ev rewş ji bo çandên din jî wisa ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, divê kurd xwe bi şêwazeke demokratîk-gerdûnî îfade bikin û destûreke bingehîn a demokratîk pêwîst e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê zêhniyeteke demokratîk, nîqaşeke demokratîk, karîgeriyeke (işleyiş) demokratîk, siyaseteke demokratîk, rêxistingeriyeke demokratîk û destûreke bingehîn a demokratîk pêwîst e. Heta destûreke bingehîn a demokratîk nebe, ev pirsgirêk çareser nabe.
Min nexşeya rê weke 160 rûpel amade kir. Min 600 rûpelê paraznameyê ya qisma demokratîk kirina çanda Rojhilata Navîn jî nivîsand. Bi giştî 760 rûpel in. Min tevahî radestî îdareya girtîgehê kir. Pêşgotinek di serê Nexşe ya Rê de heye, bi qasî nîv rûpel e. Pişt re jî qismê ketinê heye, bi qasî sîh û penc-çil rûpel e. Pişt re jî di beşa yekemîn de qismê têgeh, teorî û prensîp heye. Min pişt re jî pirsgirêka kurd û Tirkiyê girte dest. Tevî pêşgotin û ketinê , bi giştî ji heft beşan ve pêktê. Min di qismê têgeh-teorî-prensîp de, prensîbên çareseriya demokratîk anî ziman.
Welatê hevbeş, Tirkiye û Kurdistan e. Kurd wê him Tirkiyê him jî Kurdistanê weke welatê hevbeş bipejirînin. Tirk jî wê him Tirkiyê him jî Kurdistanê weke welatê hevbeş bizanibin. Peyva Kurdistanê jî peyveke eydî min nîn e. Vê peyvê, yekemîn car ez bikar nayînim. Cara yekem ji aliye Sultanê Selçuqiyan Sencer ve hatiye bikaranîn. Têgeheke dîrokî ye. Têgeheke ku Sultanên Selçûqiyan jî, di nameyên xwe de bikaranî ye.
Canim benim..kara gözlü yoldasim..
EylulBatman 2 years ago 4
5**************
Evinadur 2 years ago 3