Alert icon
We're changing our privacy policy. This stuff matters.  Learn more  Dismiss

Patuk ê Mildirêj ‣ Tembûr a Me: Zêr ê Çand a Me

Loading...

Sign in or sign up now!
Alert icon
Upgrade to the latest Flash Player for improved playback performance. Upgrade now or more info.
231 views
Loading...
Alert icon
Sign in or sign up now!
Alert icon
Ratings have been disabled for this video.

Uploaded by on Jul 12, 2011

Tu bi xweşî hatî anîşk a min a YouTubê!

Bihêle ku ez xwe bidim{e} naskirin, ez Patuk ê Mildirêj[1], şagirt ê mûzîk ên gelerî me ;-)

Ez li saz a dengdanê ya bi dîrokeke hezar salan, li tembûrê dixim. Tembûr di ax ên di nav a Anatolîya û çiya yên Zagros ên rojava de za bû ye, ku her yek îro di nav a nûdem-welat ên Tirkiye û Îranê dikeve.

Bi balkêşî ya deng ê xwe yê dilkev û dilzîz tembûr nav ê xwe gihand war ên dûr bi kes ên ku tembûrê bi xwe birin, ew bingeh a saz ên yê-bi-gotin "warî" bû ye.

Cotek mînak ên baş hene: ew bûzûkî yê yê-bi-gotin "yûnanî" û bizoq ê yê-bi-nav "erebî" ne. Rastî ez bêjim nav ên wan divê "tembûr a ku ji alî ya yûnaniyan hate birin û guhartin" û "tembûr a ku ji alî ya ereban hate birin û guhartin" be.

Dîrok a wan saz ên ku bi kok a xwe tembûr in vedigere dem a Împaratorî ya Osmaniyan a dawî, dîsa bi hezar salan piştî zabûn a tembûrê.

"Dutar" û "sêtar" ên Îranê jî paredar ên dîrokeke kevnartir bi tembûrê ve ne û ronî didin bejn a wê ya roj ên bihurî.

Tembûr ku ji alî ya wan pîroz tê dîtin berpirsiyarî yek î olî yê girîng dilîze ji bo "Alevî" yên Tirkiyê û "Kakeyî" yên rojava ya Îranê û bakûr-rojhilat a Îraqê.

Her çi bikaranîn a nav ê "baxlama" cihgirtî û belavkirî be ji bo vê sazê, ev gotineke bê dîrok, bê bingeh û yeke nûava ye; {ew} ne dîrokî û ne kevin e[2]. Piranî ya caran gav a ku mirov bi şaşî gotin a "baxlama" bi kar tîne xwestek ew e ku tembûr a milkin, ango, "Tembûr a Do-Jêkirî" bibêje. Tembûr ên ku mil ê wan hatiye kinkirin / kurtkirin bi nav ê "Jêkiriyan" tê naskirin, nav ê perde ya cih ê ku hatiye kinkirin dikeve pêş navê.

(2) du çêşt ê tembûrê hene ku bi dirêjbûn a mil ê{n} xwe tên ji hev kirin. Her mil xwedî yê hawî ya / yên tarlîstin û tarkêşî ya / yên xwe ye / ne.

Lê, helbet tembûr a mildirêj —ku ya rast û kevintirîn e— zengîntirê ev (2) du milan e. Her çi be tembûr a milkin xwedî yê (1) yek dozanê ye, tembûr a mildirêj xwedî yê dozan ên bi dehan e û gelek car jê berfirehtir û zengîntir e. Tenê bi tembûr a mildirêj mirov dikare hemû tarkêş-hawî yên warî lêxe.

Tarkêş / tarlîstin ên warî bi zorî ya rêspartin ên xwe tên ji hev kirin; çend mînak ji wan: "Konya", "Yozgat", "Qeyserî", "Sêlîfgeh[3]", "Zêbeg[4]" û "Hozanî". Hostetî ya wan rê yên tarlîstinê kar û xebat ê{n} salan divê.

Ez li herdu tembûran —bi tarkêş / tarlîstin ên xwe yên cûda— lê bê navxistin a "şelpe[5]" yê ku bi til{îk}an tê spartin, dixim.

Zû de nebû ku şelpe nêzîkî jibîrkirinê {û wendabûnê} hat li Tirkiyê. Di dem ên nêzîk de ew ji alî ya (3) seyan {sê kesan} ê Arîf Sax, Erdal Erzîncan û Erol Parlax û ji alî ya sazbend ê jêhatîtirîn Hasret Gültekin hate nû-jînkirin, paqijkirin, û pêşxistin. Hozanî ya Hasret Gültekin —çi bi pêkêş, çi bi til{îk}an be— bê berdêl bû.

"Nûjînkirin" di Zagros ên rojava de —navend a ku ev hawî ya tarkêşî / tarlîstin a hezar salan parast— gerek nebû. Ji bo şelpe yê rast —ê kokrevî û şorbeşîr-nekirî— Ali Akbar Moradî bibîne.

+++++++++DANEZANÊNBINÎ+++++++++

1. Patuk ji nav ê "Palo Rojo", dareke hişk bi reng ên sor ên xweşik tê. Mildirêj ji bo dest, an zend, ango mil ê tembûrê tê. Herdu gotin bi hev re çêşt a tembûr a min a xweşiktirîn şîrove dikin.

2. Tev bi wan mijar ên gotî {bihurî}, akademîkine sextekar ku guhartin a dîrokê li gor dîtin û daxwazî yên xwe dikin — dikin nav ê tembûrê ji holê bi gotin ên çöğür, û kopuzê rakin. Wê demê frotin a dîtin a ku tembûr tiştekî wan e hêstantir dibe. Li hemberî dîtin, danezan, û kardan ên cihgirtî û belav van (2) du navan gotin ên karfireh ji war û zman ên gelek dûr û biyan tê; ew tucar û tudem ji bo tembûrê ve ne hatine bikaranîn.

3. Sîlîfke ‣ Sêlîfgeh ‣ Sêlafgeh ‣ Sêlavgeh {Cih ê Sêl a Avan}.

4. Zeybek ‣ Zeybeg ‣ Zêbeg ‣ Za{de}beg {Za[dê]beg: Za[de] yê Beg} ‣ Begza{de}.

5. Divê bê zanîn ku li ser tengkirin a berfirehî ya şelpê bi tembûr a milkin —û dozan a wê ya tenê— piranî ya pêşxistin ên şelpê xwe bi xwe jêhat ên Gîtarê ne, çi teknîk ên tilçakûç ên Elektro-Gîtarê be, û çi teknîk ên tarşehkirin ên Flamenko be. Balkêş e ku şelpefroş {şelpedar} wê wek hawiyeke tarlîstin a paqij û dîrokî didin naskirin.
{توانا بود هر که دانا بود}

Link to this comment:

Share to:
see all

All Comments (0)

Sign In or Sign Up now to post a comment!
Loading...
Alert icon
0 / 00Unsaved Playlist Return to active list
    1. Your queue is empty. Add videos to your queue using this button:
      or sign in to load a different list.
    Loading...Loading...Saving...
    • Clear all videos from this list
    • Learn more