Tawis. Tawis (çend sedsal pêş de bi navekî -- duda wek „Senceq" jî tê gotinê) -- yek ji sembolên Êzdiyan yên pîroz boy navê Tawisî Melek e. Di demê buhurî de cem êzdiyan heft "Tawis" hebûne û bi van navan hatine naskirinê:
- Tawisa Enzelî (Tawisa Êzî);
- Tawisa Şingalê;
- Tawisa Helebê;
- Tawisa Xalitiya;
- Tawisa Zozana;
- Tawisa Miskoviya (Misqofa);
- Tawisa Tewrêzê / Tebrêzê .
Her "Tawisek" ser navê Mîrgeha Êzdiyan (wek Şêxan, Şingal, Heleb, û hwd.) hatiye naskirinê. Di pêşî da, Qewalan wextê "Tawis Gêranê", ew her heft "Tawis" jî digerandin û her yek dibirine deveran ser navê wan. Lê vê demê, Qewal "Tawisê" digerînin di Deverên Şêxanê û Şingalê de. Her wisa jî dibêjin, ku eva du sê sal e, çawa Qewal "Tawis" di nav Êzdiyên Suriyeyê jî digerînin.
Ya Tausi Melek tu alikariya me Ke
KurdDelale 4 years ago
dest xweş heval...
xanqubat 4 years ago