Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
Gul bi dil didî.
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
Gul bi dil bidî.
Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî.
Can û dil didî.
Min go kî didî, can û dil bi gul,
Go: ev bazar e, dil bi kul didî.
Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
Dil bi gul didî.
keda we dilê we u rihê we sax bin..
''hebu me yek dil tev an u kul bu''..!
mcandrews09 6 days ago
Bijî ....destên we sax bin ... pir rind e ....
Yekemcar 2 months ago
deng xosh her biji kurd u kurdistan
duhokakurda1 7 months ago