Evdile Koçer - Dikana Zargotina Kurdî (Ji pirtûka Pêlava Birîndar)

Loading...

Sign in or sign up now!
Alert icon
Upgrade to the latest Flash Player for improved playback performance. Upgrade now or more info.
523 views
Loading...
Alert icon
Sign in or sign up now!
Alert icon

Uploaded by on Dec 1, 2010

Dikana Zargotina Kurdî

Li serê sûka Sêrtê ji xwe re dikanek vekir.

Navek jî lê kir, "Dikana Zargotina Kurdî"

Pêşî kesî tiştek jê fêm nekir.

Bi bêhnfirehî ji hemû mereqdaran re behsa kar û armanca xwe kir.

Wê serê her stran, klam, dûrik, biwêj, gotinên pêşiyan, metelok, çîrok, çîrçîrok, destan, pêkenok, heyranok, payîzok, meselok û hwd. çend qurîş jî bida.

Lê kesî jê bawer nekir.

Gotegot û fesadiyên derdor hatin heta ber gohê wî jî, "Sîxur e, zilamê dewletê ye, CIA li piştê ye, kurdekî xwefiroş e..."

Lê ewî gohê xwe neda tu kesî.

Şevekê lawîkekî 14 salî ji dêbavê xwe çend gotinên pêşiyan gohdarî kir, bi kurdiyeke xirab ve nivîsand û anî firot xwediyê Dikana Zargotina Kurdî.

Bi çend qurîşan ve ji xwe re şêranî, pênûs û defterek jî stand.

Bi vî rengî hevalên wî jî dan dû şopa lawik.

Roj bi roj berhevkarên zargotina kurdî li ber dikana wî ketin dorê.

Xwediyê Dikana Zargotina Kurdî her şev van zargotinên kurdî sererast dikir, serê her mehê jî dibir Amedê û difirot sazî, dezgeh, enstîtû, weşanxane, stranbêj, radyo û televîzyonên kurdî.

Ew ji karê xwe memnûn bû.

Camêr bi vî awayî debara xwe dikir.

------------------------------------

Vîdyo: Ez û diya xwe!

------------------------------

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
http://www.facebook.com/evdile.kocer2

  • likes, 0 dislikes

Link to this comment:

Share to:
see all

All Comments (0)

Sign In or Sign Up now to post a comment!
Loading...

Alert icon
0 / 00Unsaved Playlist Return to active list
    1. Your queue is empty. Add videos to your queue using this button:
      or sign in to load a different list.
    Loading...Loading...Saving...
    • Clear all videos from this list
    • Learn more