Alert icon
We're changing our privacy policy. This stuff matters.  Learn more  Dismiss

Şivan Perwer - Agahdarî û Bersiva Bêbextan

Loading...

Sign in or sign up now!
Alert icon
Upgrade to the latest Flash Player for improved playback performance. Upgrade now or more info.
25,942
Loading...
Alert icon
Sign in or sign up now!
Alert icon

Uploaded by on Feb 13, 2011

Ez ji van nûçeyên dawî gelek nerihetim. Ji ber ku ne rastin. Bê bingeh, vala û derewin. Wan şermezar dikim û bi dilekî mirovahî şîyar dikim!

-----
http://www.sivan-perwer.com
http://www.facebook.com/sivanperwerfan
-----


Ji kî û ji kuderê tê bila bê, ji zîhnîyeta bandorvan, hov û çavsor re tu car min serê xwe xwar nekiriye û nakim. Ez duh çava bûm, îro û sibê jî her weke xwe me. Yanî bilindkirina ruhê Kurdistanî, hevîdariya daxwaziya hunerî dijîm, Hunerê azad û serbixwe hergav nîşana xebat û xizmeta min e.

Sebra min geleke, behna min firehe. Hêviya min bilinde, baveriya min xurte, armanca min rojên şad û peşerojek ronake. Lê gelo evên ku dest bi vê kampanyayê kirine kî ne û vana ji min çi divên? Çi dixwazin? Dost ya dijminê gelê me ne? Ji ber ku tiştên di vê kampanyayê de hatine gotin û iddia kirin, hemû derewin. Hemû hevdîtin û têkiliyên min eşkerene û li pişt diwar û perdan veşartî nemaye.

Me dît ku vana li hemberê hêz û şexsiyetên welatperwer çıqas suç kirin jî rojekê lebihurtin ne xwestin. Ji ber ku çendî me behnfirehî kir û me nexwest dijmin bi me bikene jî, lê dîsa jî guhertinek di wan de çê nebû. Ji sebra me cesaret girtin û roj bi roj ji ber bêdengiya me hêz girtin û erîşê xwe berfireh kirin. Yanî dixwazin li welatê me yek kesê me mejû azad nemîne.

Ez ji kesên dilrehm, dilovan û bi wîcdan dipirsim: Ma gelo kesên hindik hestên welatperwerî û mirovatî pêre hebe, wisa dike? Di jîyana 36 salên derbederya min de, ya rast, dijmin jî ev tişt bi me nekiriye.

Ji xwe qasî hatiye têgihiştin, zîhniyet û mentalîta wan eve: Li ser bandorê deyne, çavsoriyê bike, bitirsîne, bêbextiyê lê bike, îrade û heş teslim bigire, bike kole û bi kar bîne.

Min ji rastiya xwe tu car dev bernedaye. Min rastiya xwe herdem di stranên xwe de aniye ziman. Haji xwe bû me, hezkirin û evîna gel û welatê min di xwîna min de cîh girtîye. Lê li gor uslûba tevger, têkilî û rewşa mirovatiyê mirov silava xwedê digre û dide. Merheba dibêjê û rêzdar dibe. Mêvandarî kevneşopîya resena me Kurda ye. Em jî li gor xwe dibînin ku çi raste çi xirabe. Heke mirov bi xwe û armanca xwe baver be, carna pêwist be dikare li gel dijminê xwe jî danişe, behsa rastiya xwe û gelê xwe bike û biparêze.

Ma xelk nizane ku Şivan Perwer li hemberê zilm û zordarî tu car stoyê xwe xwar nekiriye. Ma hûn jî nizanin ku ti kes nikare bayê hunera azadiyê ji ser welatê min rawestîne û lorîkê min ji dil û mejîyê gelê min derîne? Ma hûn nizanin ku rejîmên faşist û koledar ji ber rastiya hunerê min çikas Kurd girtin, işkence kirin, kuştin, yan bi dar xistin? Lê dîsa jî nikaribûn bayê hunerê min rawestînin.

Banga we dikim: Baş bizanibin ku ez Şivan Perwerim. Yanî hevalê bargiranim, ruhê Kurdistan, bê rawestan kurê gelê xwe me û wêrek û bi bawerî me. Kesên paqiş û bi bawer ji qirêjiya bêbexta natirse.

Ez we dispêrim ûcdan, rehm, dilovanî û raya giştî ya gelê Kurd û Kurdistan. Dîsa baş bizanibin ku gelê me û dîrok dê çi car bi vî awayî li wan nebihure.

Slav û Rêz
Şivan Perwer
13.02.2010

Link to this comment:

Share to:

Top Comments

  • Silav u rêz . Br.$ivan Perwer: Ez gelek ji stranên te hij dikim .Cuna te ser TRT-6 ez $ermezar dikim .Ez ti carî te efu nakim ger tu konsertekê li ser TRT-6 bidî.Kurdiya min ne pir ba$ e lê ez tu cara destê xwe nakim destê tirkên ku zarokên kurda davêjin zindana u destên nûnerên gelê min kelepce dikin ... Silav u rêz .

    $ivan em ji te hij dikin lê tu necî ba tirkan ba$tir e bo te .Tu derkevî ser TRT 6 qimeta te li ba kurdan namînê .Dîsa silav u rêz.

  • Gele kurd has ji te dike ,ama cihete gerek li cem partiyate li cem gelete be,ez bi xwe ji geleki has ji muzika te dikim,gerek ti hatibane mesa strassburge moral dabane gele xwe,em gele kurd geleki has ji te dikin,herkes gerek ne bi sere xwe bi mese,birasti li zoramin hat wexti min hozan siwan perwer bi bülent arincra dit,ez ne rast dibinim go ti li derbare partiyame te.morale gele kurd xera di ke..

see all

All Comments (16)

Sign In or Sign Up now to post a comment!
  • mamoste Şivan tu gelek rast dibêjî, em her wext li ba ten e, em keda te yî mezin qet ji bîr nakin, bila Y3en ku dibêjin em di xizmeta turkiye da ne şerm bikin, em bi te ser bilindin. bijî Şivan Perwer biJi Kurd û bijî KURDISTAN!!!

  • silaw u rez SIWAN PERWER,

    Her dem biji tu,roniya kurdu,kurdistani.

  • to ne tenha hunermande gele mei  le to wek rebereke gele mei shere gele mei her biji to her hebi bo me

  • Şivan'a katılmadığım bir nokta var ki o da şu:Onu eleştirenlerin bunu Türkçe yaptığını,daha Kürtçeyi doğru düzgün öğrenemediklerini alaycı bir dille anlatmış.Oysaki Kürt çocuklarının bu ülkede 'eğitme ve öğütme' tedrisatının merhalinden geçtiğini,anadillerini öğrenmek için Avrupa'nın bilimum kentlerinde bulunma şanslarının olmadığını,'kalem' yerine 'taş' tutan ellerin bu ülkede dilsiz olduğunu herkesten çok Şivan'nın bilmesini beklerdik.Bu çok açık,ama umarım temennisini dile getirmiştir Şivan.

  • Herbijî dengê Kurdistan

    Ev der u dorê ku êrisê te dike bila li xwe bipirsin

    Vana hemu nirxên me yî netewî yên pîroz lewitandin

    Tu jî nirxekî gelê kurd yê bi rumete bi salane ku te ji xwe re kirine hedef

    Lê êrîsê wana bêfêdene

    Em bi xwe li te bawerin

  • Şivan sanırım şu noktaya dikkat çekiyor:Kürtlerin en büyük kaybı tarih boyunca birbirleriyle olan anlaşmazlıkları ve anlamsız kavgalarının hala devam ediyor olmasıdır.

    Çok ünlü bir sosyolog şöyle demişti birgün:Ortadoğulu insanı batılı insandan ayıran en büyük fark 'kötü'olduğunu düşündüğü insana karşı nefretini hemen kusar,batılı bunun aksi yönde olanını yapar daha çok ya da o da kusar,ancak her ne yaparsa yapsın batılı,hakikatli bir zaman geçer.

    Birbirimizi incitmeyelim.Anlamaya çalışalım.

  • wellehi eyb u serme ji tera..

  • Slof û Hurmet Kek Sivan

Loading...

Alert icon
0 / 00Unsaved Playlist Return to active list
    1. Your queue is empty. Add videos to your queue using this button:
      or sign in to load a different list.
    Loading...Loading...Saving...
    • Clear all videos from this list
    • Learn more