siltana be tac eyse san
Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di Mıjdara sala 1938an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedi malbatek mezin û navdare. Navê dîya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erzromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezına Cibrîyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû.
Sala 1958an keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cimaeta Kurdan dike.
Hunermenda navdar Eyşe Şan di 18ê Kanuna sala 1996an de piştî ku gelek salên dûr û dirêj ji hunera resena gelê xwe yê bindest re xizmetek bêwestan kir ,bı nexweşiya kanser(şirpenc)ê li nexweşxaneya bajarê Izmîrê çû ber dilovaniya Xwedê.
Be rastî dengî gelêk xwes ê, mamoste kî pir mezîn bû...
Xwodê rehmê xwe likê.
Ciyê xwe be cennêt bê.
edessa18 2 years ago 4
her biji
5*********
e5agdhdhdfhdf 2 years ago 3