Apê Musa Anter (1918-20.09.1992)..biranin

Loading...

Sign in or sign up now!
Alert icon
Upgrade to the latest Flash Player for improved playback performance. Upgrade now or more info.
3,213
Loading...
Alert icon
Sign in or sign up now!
Alert icon

Uploaded by on Sep 21, 2010

Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê ya girêdayî Stilîlê ya ser bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê hate dinê. Wî hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe ku muxtara gund bû, mezin bû. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîseyê li Adenê qedandibû.

Piştî xwendina lîsê ji bo felsefeyê bixwîne diçe Stanbolê û di zanîngehê de, gelek xwendevanên Kurd naskirin. Musa Anter, li ser daxwaza Fayiq Bucak dev ji felsefeyê diqere û qeyda xwe li beşê Huqûqê çêdike. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê. Her wiha Apê Mûsa ji bo ku xortên Kurd li dora xwe kom bike û him ji aliyê madî ve, him ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên kurd derbikevin yûrda Dicle vekirin.

Piştî salek jî bi tevî hin hevalên xwe komeleya Hêvî ava kir, bi pêşniyaza van kesan komeleya şagirtan tê damezrandin.

Di sala 1944an de bi keça Evdirehman Zapsu Halê re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û Dîcle û keçek bi navê Rewşen çêdibin.

Musa Enter di sala 1948an de yûrda Firatê vedike û dest bi deranîna rojnameya çavkaniya Dicle dike. Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê "Ilerî Yurd" yanî welatê pêşketî dest bi deranîna rojnameyekê din dike û ew ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê gitin.

Di sala 1959an de ji ber doza 49an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Mûsa Anter pirtûka xwe ya bi navê "Birîna Reş" di zindanê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike.

Di destpêka salên 60î de, di nava Partiya Çep ên Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê. Di sala 1971an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976an de vedgere gundê xwe, heta 1989an li gund dijî.

Piştî 89an vedigere Stanbolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEPê de ji nû ve dikeve nava siyasetê. Musa Anter, piştî sala 1971an careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji hêla hêzên dewletê ve tê girtin û bi 4 salan cezayê girtîgehê tê tewembarkirin. Ronakbîrê Kurd Mûsa Anter di sala 1976an de piştî serbestberdana ji zîndanê vedigere gundê Zivingê û jiyana xwe li wir berdewamdike. Di sala 1989an de careke din berê xwe dide bajarê Stanbolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî têne weşandin. Her wiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ülke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weşandin, ji hêla xwendevanan ve bi balkêşî dihatin xwendin.

Roja 20 Îlona sala 1992an li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad û jiyana xwe ji dest da û tevlî kerwanê şehîdên çapemeniyê dibe. Musa Anter li ser berga pirtûka xwe ya "Hatiralarim" de wiha dibêje:




Xelatên Rojnamegeriyê :

Li Tirkiyê ji 1993'an şûnda Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn. Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê cara ewil sala 1993'an de ji aliyê Ozgur Gundem, piştre 1994'an de Ozgur Ulke, 1995'an de Yenî Polîtîka, 1996'an de Demokrasî, 1997 û 1998'an de Ulkede Gundem, 2000'an de Yenî Gundem û sala 2001'an de jî ji aliyê Yedîncî Gundemê ve hatibû dayîn.


Berhem :

Birîna Reş - 1959
Ferhenga Kurdî - Istanbul, 1967
Hatıralarım, cîld 1 - Istanbul, 1991
Hatıralarım, cîld 2 - Istanbul, 1992
Çinara Min, Istanbul, weşanên avesta


Çavkanî : Wikipedia
( Nasîna li Apê Mûsa Anter, ji Ansîklopedîya Wikipedia hatiye girtin )

Category:

Film & Animation

Tags:

License:

Standard YouTube License

  • likes, 0 dislikes

Link to this comment:

Share to:

Top Comments

  • ape musa em te ji bir nakin !!

  • Her biji 5***********

see all

All Comments (5)

Sign In or Sign Up now to post a comment!
  • sipas heval her hebi...

  • 5********

Loading...
Alert icon
0 / 00Unsaved Playlist Return to active list
    1. Your queue is empty. Add videos to your queue using this button:
      or sign in to load a different list.
    Loading...Loading...Saving...
    • Clear all videos from this list
    • Learn more