Evdile Koçer - Bêrîkirina Welêt
Wekî gelek kesên sirgûnbûyî ewê jî nedikarîbû biçûya welêt.
Di civatan de dema ku yekî behsa bêrîkirina welêt bikira, wekî bersivekê ew jinik dihat bîra min.
Min çend car ew li balefirgeheke Berlînê dîtibû.
Bi çavê ku têhna bêrîkirina xwe ya welêt bişkêne li rêwiyên ku wê biçûna Amedê temaşe dikir.
Li gorî gotinan bi kefiya xwe ya keskûsorûzer ve çend car ketibû dora kontrolê jî.
Lê her dem bi stûxwarî vedigeriya mala xwe.
Rojekê bi wê balefirê cendekê wê şandin Amedê.
Hingê têhna bêrîkirina wê ya welêt jî şkestibû.
------------
Vîdyo: Gundê Şemaşe - Sêrt
-------------
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
http://www.facebook.com/evdile.kocer2
Link to this comment:
All Comments (0)