Alert icon
We're changing our privacy policy. This stuff matters.  Learn more  Dismiss

Evdile Koçer - Serkeftin

Loading...

Sign in or sign up now!
Alert icon
Upgrade to the latest Flash Player for improved playback performance. Upgrade now or more info.
1,177
Loading...
Alert icon
Sign in or sign up now!
Alert icon

Uploaded by on Aug 9, 2007

Nivîskar Evdile Koçer di Roj TV de ji pirtûka xwe Govendistan "Serkeftin"ê dixwîne!

Tekst: SERKEFTIN

Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

Berî ku hûn vê pirtûkê bixwînin û ji min re 'serkeftin'ê bixwazin, ka bifikirin we îro ji çend kesan re gotiye "Serkeftin!"; an jî we îro peyva "serkeftin" ji çend babegîtan bihîstiye...

Ku hûn wê gotinê bi kar neynin, bi Resulê Ekrem hûn ne ji me ne. Ji ber ku bikaranîna "serkeftin" hema hema bûye şertekê me yê dîn û îmanê. Rojê pênc danan em bi kar neynin, sebra me nayê!

Êdî dema ku yek radizê jî, li şûna ku em ê bibêjin "Şevbaş", em dibêjin "Serkeftin-baş!". Tu dibêjî qey wê di xew de 'Kurdistan'ekê ava bike. Gava ku ji xew jî radibe, em dîsa dibêjin "Serkeftin-baş!".

Bi gora bavê Celadet Bedirxan kim, zimanê kurdî bihele û li ser dinê rabe jî, wê peyva "Serkeftin" her hebe. Ji ber ku bûye peyvek enternasiyonal!

Wekî Arsen Lupen, em mala camêrekî jî bişelînin, em li ser dîwarê wan dinivîsin "Serkeftin!"

Em nanê şivanekî jî bibirin, em hêka xatûnekê jî bidizin, em mala yekî jî xera bikin, em paşê jê re dibêjin "Serkeftin!"

Em çi bikin nekin, ma bêyî "serkeftin" dibe?!...

Em hemû name, mesaj û axavtinên xwe bi tirkî, erebî, îngilîzî û hwd. dikin, lê wekî nîşaneya xwelîseriyê em di binî de dibêjin "Serkeftin!"

Em daxuyanî, rapor û belavokên partiyên xwe bi tirkî dinivîsin, lê çawa ku em mineta xwe li kurdî bikin em di dawiya wê de dibêjin "Serkeftin!"

Em roman, çîrok û helbestên xwe bi tirkî dineqişînin, lê çawa ku em bixwazin ku di nav civaka kurd de bê firotin, em li ser berga paşîn bi tîpên mezin û bi rengê kesk û sor û zer dinivîsin "Serkeftin!"

Em 'eleştirî û ozelleştirî'yên xwe bi tirkiya Stenbolê dikin, lê wekî 'Qanûna Şelafîzmê' em di dawiyê de bi kurdiyeke fesîh û nazik dibêjin "Seeerkefffffftinnn!"

Tu dibêjî qey wê "Serkeftin" ji me re serkeftinekê bîne... Xwezîîîîîî!!! Û sed car jî xwezîîî! Lê xweziyan mirov nagihîje keziyên keçikan jî.

Yanî êdî, em dil berdin keçikekê jî, em dibêjin bila navê wê "Serkeftin" be. Ji ber çi...? Da ku ji me re serkeftineke 'serkeftî' bîne! An jî, da ku me bibe Serkeftinistanê!!? Errrrrrriiiikkkkk...

Ma serkeftin welê rihet û hêsan e ezbenî! Piştî ku me nivîsek nivîsand û bi darê zorê da weşandin; an jî rûpelên vala wekî pirtûk li ser navê xwe da çapkirin, em dibêjin "Em bi ser ketin" Û em dixwazin ku dinya alem li ber me bejna xwe bitewîne û bikeve dora destmaçîkirinê!

Lê 'KUNDIR'ê Kafka, piştî ku gelek çîrok û romanên nemir jî nivîsand, çapnekir; berî mirina xwe şewitandina wan xwest û ji dinya alemê re got "Serkeftin!"

Ez mereq dikim, gelo em 'serkeftin'ê ji dil û kezeba xwe dixwazin?

Ma em 'serkeftin'ên xwe, dikin qurbana hin serkeftinên baştir...?

Mesela; ma em serkeftina partiyeke cuda û cihêreng ji dil dixwazin? An bi dilekê 'makyavalîst' em tevdigerin û jê re dibêjin "Serkeftin!?..."

Ma em serkeftina rojname an jî kovarek ku ne ji 'eşîr'a me ye ji kezeb û gurçika xwe dixwazin? An piştî ku tê girtin bi nêrînek 'populîst' em nerazîbûna xwe didin nîşan û ji bo jinûvederxistina wê em ji edîtorê wê re dibêjin "Serkeftin!?..."

Xwezî robotek welê hebûya û jidilbûna me bipîva!

Xwezîîîîîî...!

  • likes, 1 dislikes

Link to this comment:

Share to:
see all

All Comments (1)

Sign In or Sign Up now to post a comment!
  • si leviiiiiiiiiiii

Loading...

Alert icon
0 / 00Unsaved Playlist Return to active list
    1. Your queue is empty. Add videos to your queue using this button:
      or sign in to load a different list.
    Loading...Loading...Saving...
    • Clear all videos from this list
    • Learn more