-
-
-
2 years ago
Turkey kisses ass to get rid of PKK
Turkey kisses ass to get rid of PKK hehehehehhehehe.
177 views
KurdistaniKurdistan
uploaded
-
-
2 years ago
About YAN MIRIN YAN KURDISTAN
Created by
KurdistaniKurdistanLatest Activity
Oct 16, 2011Date Joined
Mar 8, 2009
more
About this user
YAN MIRIN YAN KURDISTANKîne em? Cotkar û karker Gundî û rêncber Hemû proleter
Gelê Kurdistan Þoreþ û volqan Tev dînamêt in Agir û pêt in
Sor in wek etûn, Agir giha qepsûn
Gava biteqin Dinya dihejî Ev pêt û agir
Dijmin dikujî Kîne em? Hey hey hey kîne em?
Em in rojhilat, Tev birc û kelat. Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat. Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar,
Xurt û koledar Ji Rom, ji Fireng, Di rojên pir teng,
Bi kûþtin û ceng. Parast, parast Parast min ev rojhilat
Kîne em? Hey hey hey kîne em?
Kîne em? Gelê serfiraz Dijminê dijmin
Dostê aþtîxwaz. Em xweþ mirov in,Ne hirç û hov
inLê çibkim bê þer Dijmin naçî der. Bav û kalê me
Dijîn tev serbest, Naxwazin bijîm Ta ebed bindest.
Kîne em? Hey hey hey kîne em?
Em in ew Kurdê serhiþk û hesin, Îro jî dijmin ji me ditirsin
Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr,
Biteqim ji bin, Dîsa wek mêra, Bikevin çiya.
Naxwazim bimrim, Dixwazim bigrim. Kurdistana xwe
Axa Mîdîya, Kîne em? Hey hey hey kîne em?
Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar, Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar. Em in ew Lolo, Kardox û Kudî, Em in Mad û Goþ,
Horî û Gudî. Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
Em in, em Kurd in li jêr û li jor
Çend hezar salin Kurdistana me Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!
Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg
Hinek jên bûne cahþê jardara Kurdistan firot wan tev neyaran Bûne mezhebdar, Bûne olperest,
Bûne paþverû, bi tizbî û xiþt Ta ku dijmin þikand li me ser û piþt Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.
Ta ku Kurdistan, Ta ku Kurdistan
Jar û perîþan Ket e bin destan! Ketin xewê, ketin xewê Ketin xewa zilm û zorê Ketin xewa bindestiyê
Raketin, raketin Yekcaran serê xwe rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Yek carna serê xwe bi hêz rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin
Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin Ev erdê jiyanê ye Germ dibe, sar dibe Dikele, dikele, dipiþiqîne
Brûskê tavê tavan hiltîne Ronahî dike rojê li welat hiltîne
Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne Niþtimanperweran diwelidîne
Em in ew gela Belê em in ejdeha Ji xewa dîlî
Þiyar bûn niha Dixwazin wek mêr Tev mejî û bêr
Rabin her wek þêr Serê xwe hildin
Çi serbilind in Bi cîhan carek Em bidin zanîn
Rêçika Markîs, Rêçika Lenîn.
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem, Kurê Salar û Þêrgoh û Deysem.
Bejin bilind in Wek dêw bilind in Em dest dirêj in
Serbest dibêjin Dixwazin bi lez Gavan bavêjin!
Kîne em? Hey hey hey kîne em?
Ne xwînxwar in em, aþtîxwaz in em Serdarên bilind, gernas in herdem Em þer naxwazin, Divên wekhevî,
Em paþ ve naçin, Lê dijmin direvî!
Divên bi þêwrê, lê ew qebûl nakî Divên biratî, lê ew qebûl nakî Bûye wek rûvî Li paþ xwe nanêrî Kine em
Gelo bavêm çi bikin? Naxwazin însanî Êrîþ bikin û bigrin
Histu biþkînin Ev pîsên mirdar Ji nav me derxînin
Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kîne em?
Hometown
Kurdistan
less